Kurdên êzidî careke din koçber bûn

Zêdetirî hezar malabatên Åžingalê, piÅŸtî êrÅŸên HeÅŸda Åžeibî û artêÅŸa Iraqê koçberî kampên li parêzgeha Duhokê bûn. Her wiha 28 rêxistinên alîkariya koçberan, karên xwe yên Åžingalê dane sekinandin.

PiÅŸtî hatina HeÅŸda Åžeibî rêya di navbera Åžingalê û Duhokê de hatine girtin. Kes nikare here Åžingalê yan jî jê derkeve. Koçberek ku ev du meh bûn vegeriyabû bajarê xwe û ji xwe re xaniyekî nû çêkiribû dibêje, êrîÅŸên HeÅŸda Åžeibî û artêÅŸa Iraqê bû sedema koçberbûna wan.

Malbata Nofa Elî jî ji gundê Herdana Åžingalê, bi neçarî koçber bûn û çareke din hatine kampên Duhokê û vegerine nav jiyana koçberiyê Nofa Elî dibêje: “Ev 3 meh bûn em vegeriyabûne gundê xwe. Ji ber HeÅŸda Åžeibî rewÅŸ aloz bû, zarokên me nedikarîn herin dibistanê. Em bi neçarî vegeriyane kampê. Em li gundê xwe rehet bûn.” Nêzîkî 13 hezar malbatan niha li Åžingalê ne û HeÅŸda Åžeibî destûra hatinçûnê nade wan.

Xatûn Mîrza jî yek ji wan kesan e, ku malbata wê bûye 2 perçe. Xatûn Mîrza dide xuyakirin: “Ev 5 roj in ez hatime kampê lê ez nikarim vegerime Åžingalê. Nîvê malbata min li wî aliyê maye. Bi sedan kesên mîna min hene. Herwiha li Åžingalê jî rewÅŸ ne baÅŸ e. Vê sibê zarokên min telefon kirin û bi girî pirskirin ka ez dê kengî vegerim.” Beriya êrîÅŸa HeÅŸda Åžeibî, 28 rêxistinên navxwe û biyanî li Åžingalê û Çiyayê Åžingalê kar dikirin.

Lê ji ber vê rewÅŸê wan jî dest ji karên xwe berdane. Rêveberê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li Åžingalê Pîr Diyan jî got: “Mixabin, piÅŸtî hatina HeÅŸda Åžeibî hemû rêxistinên civaka sivîl ên alîkariyê ji Åžingal û derdora wê vekiÅŸiyan.

Weke Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî me jî nekarî xwe bigihînin deverê. Niha rewÅŸa Åžingalê pir xirab e. Hemwelatiyên wê derê peywendiyê bi me dikin û daxwaza alîkariyê dikin.” Li gorî gotina hemwelatiyên Rojavayê Dîcleyê û Åžingalê, weke pêwîst alîkarî jî nagihe destên wan.


Ev nivîs 210817 car hatiye xwendin.