Kurdistana ÃZranê perîşan bû

PiÅŸtî erdheja Kurdistanê wêneyên encama erdhejê li ser rûpelên çapemeniyê belav bûn. Di nava wan de wêneyên Kurdistana Îranê mirov dicemidînin. Hê jî di bin xaniyên xerabe de mirovên sax hene ku dernexistine.

Hat ragihandin ku tîmên xebatê li herêma erdhejê dewam dikin lê nema êdî hêjmara miriyan zêde bibe. Ajansa Reutersê radigihîne ku di erdheja dereca wê 7.3 de, ji 450 kesî zêdetir mirî çêbûne û tevî sermaya dijwar hêjî xelk ÅŸeva xwe li derve derbas dike.

Ajansa Amerîkayê Associated Press (AP) dibêje ku erdhej Serpêlzehaba Zagrosa bi erdê re kiriye yek û ji tirsa kes newêre razê. Piraniya Xaniyên Mêhrê ku ji aliyê dewletê ve di dewra Ahmedî Nejad de hatine avakirin herifîne ser hev. NexweÅŸxane jî di erdhejê de xerab bûye û artêÅŸ nexweÅŸxaneyeka seyyar daniye. Birîndarên giran hatine ÅŸandin bo payîtext Tehranê.


Ev nivîs 210846 car hatiye xwendin.