Lavrov: Amerîka bi destê kurdan hukmê xwe didomîne
Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di beyanatek xwe ya bo Euronewsê de got:” Amerîka dixwaze li Sûriyeyê birêvebireyek xweser ya kurdan ava bike û bi sedan salan li wir hukm bike.”
Sergey Lavrov ku beyanatek da Euronewsê polîtîkayên Amerîkayê yên kurdan rexne kir û got:”Washington dixwaze welatî parçe bike. Niha hêzên xwe yên çekdar bikar tîne û ez pê bawerim bi vî awayî dixwaze heta hetayê li Sûriyeyê bimîne. Hewl dide ku yekbûna Sûriyeyê parçe bike. Beşek jê parçe bike kurdan li wir bicih bike.”
Lavrovî her wiha got:”Amerîka dixwaze li Sûriyê otorîteyên rêveberiyên herêmî ya aîdî kurdan ava bike û dixwaze bi sedan salan li ser vî axî otorîteya xwe jî bimeşîne, ne ji Yekîtiya Ewropayê ne jî ji Şamê tu destûr nestendiye bi serê xwe vî îşî dike."
Ev nivîs 210803 car hatiye xwendin.