Lavrov: Kiryarên Amerîkayê xetereke mezin e

Sergey Lavrov, Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê di Klûba Gengeşiyê ya Valdayê de peyivî û polîtikaya Amerîkayê ya bo kurdan rexne kirin. Lavrovî got: "Amerîka hewl da ku yekîtiya axa Sûriyeyê xera bike û bandor li PYDê jî kir ku bi wî awayî tevbigere. Ev helwesta Amerîkayê bû sedem ku têkiliyên Sûriye û kurdan li gel Tirkiyeyê rageştir bibe. Divê rewşa têkildarî kurdan ji bo armancên siyasî neyên bikaranîn û spekûlasyon di ser faktora kurdî re neyê kirin.”

Lavrov her wiha got:"Em bi temamî piştgiriyê didin daxwazên eşrû yên gelê kurd ku li gorî adet, kevneşopî û dîroka xwe ya mirêsdar a sedsalan bijîn. Lê nabe daxwazên gelê kurd ji aliyê hinek dewletan ve ji bo armancên jeopolîtik werin bikaranîn."

Wezîrê Derve yê Rûsyayê got:”Polîtîkayên Amerîka yên li Sûriyê ji bo perçekgirina wî welatî ne.Em careke din bangî Amerîkayê dikin ku bi agirî nelîze."

Her wî îdîa kir ku hewldanên Amerîkayê ji bo xerakirina yekîtiya Sûriye ye û ew kurdan bi kar tîne.


Ev nivîs 210794 car hatiye xwendin.