Le Drian, piştevaniya Fransa jibo Kurdistan berdewam e
Peyamakurd- Wezirê derva yê Fransa Jean-Yves Le Drian, îro(14.01.2019) ber êvarê ligel heyetek gihişt Kurdistan û ji aliyê serokwezirê Kurdistan Nêçirvan Barzani hate pêşewazikirin.
Wezir Jean-Yves Le Drian, ku îro hat herêma Kurdistan, di civîna ligel serokwezîrê herêma Kurdistan Nêçrwan Barzanî de piştgiriya welatê xwe Fransa jibo Kurdistan dubare kir.
Civînê de derveyê serokwezir Barzani, cigirê serokwezir Qubad Talabanî û hinek wezirên herêma Kurdistan amadebun. Babetên civînê wek dihate çeverêkirin, pirsgirêkên siyasi li Iraq, pêkhatina hikumete nu li Iraq û herweha hewldanên pêkanina Hikumeta Kurdistanê bun.
Wezirê derve yê Fransa, bextewariya xwe jibo seredana Kurdistan hani ziman û behsa piştewaniya welate xwe Fransa jibo Hewlêr û Bexdayê kir û ji aliyê din got, ku ew gringî didin pêwendiyen herdu paytextan. Berêz Jean-Yves Le Drian, hêviya pêşketin û paşerojek geş ji bo herêma Kurdistan û Iraq xwest.
Nêçirwan Barzani, jibo piştevaniya Fransayê spasê wezirê Fransayê kir, ku ew di şerê terora DAIS ê de li gel hêzên hevpeyman alikariya Kurdistan kiribun. Barzani herweha rola serokê Fransayê Manuel Macron jî berz nirxand, ku ew di xebata diplomasiyê de riya Kurdan vekir û Hewlêr û Bexdayê jibo çareserkirina pirsgirekan nêzikê hev kir.
Herweha, çawabuna pêwendiyên herêma Kurdistan ligel hikumeta Bexdayê, rudanên dawî li welaten cîran û berdewamiya tekoşin li hember terorizmê, babetê civînê bun.
Biryare sibê 15.01.2019 cenabî wezirê Fransî, ligel serok Barzani û berbijêrê Partiyê jibo Serokê hikumeta nu ya herêma Kurdisatan berêz Mesrur Barzani kom bibe.
Ev nivîs 210761 car hatiye xwendin.