Leyiztokên Îranê Kurdên Iraqê parçe kir

PeyamaKurd- Edîtorê rojnameya Financial Times jibo pewendiyên navnetewî David Gardner, behsa şerê Tirkiye li gel kurdan dike û dibêje li cihê ku Tirkiye li gel kurdan şer bike bila  hevkarayê wan re bike.

Helwesta Tirkiye li herêmê Îranê bi hêz dike

Gardner dide xûyakirin ku, eger nêzikbûna Tirkiye li ser Kurdan berdewam bûya dê niha rewşa Tirkiye geleki baştir bûya. Rojname dide xûyakirin ku, Tirkiyê li ser zerera xwe Kurdên bê dewlet ji xwe xerib dike.

Gardner behsa êrîşa Tirkiye ser Efrinê dibêje: Ev operasyona bi navê “çekilê zeytûnê“ li Tirkiyê pişgiriyek mezin dibîne. Erdogan roj bi roj qewmiyetê geştir dike. Tê gotin ku ji bo Erdogan tenê dewletê rêve bibe dikare hilbijartinên pêşdemî jî pêkbîne.

Operasyonên Efrînê derveyê sinorên Tirkiye, barek giran li ekonomiyê dike

Gardner dide xûyakirin ku, siyaseta Erdogan ya berî 5 salan derbareya Kurdan de baştir bû jiber ku Erdogan wê demî siyasetek pragmatik rêve dibira. Dema Erdogan li Tirkiye di aliyê çandî û siyasî de rê li ber Kurda vedikir, bandora wî li ser Kurdên beşên din jî zêde dibûya, Erdogan dixwest Kurdên beşên din jî bikşîne bin kontrola xwe.

Gardner di berdewamiya analiza xwe de „Ev fikra Erdogan gelek bi cesaret bû. Wî dixwest Kurdên beşên din jî bêxe bin bandora Tirkiye û bi vî yekê jî xeyala Kurdistana mezin kêm bike.

Erdogan bi vê siyaseta xwe dikariya xwe li himber siyaseta Şîe ya ku li ser xeta Tehran Bexda heta bighe Libnanê hatî avakirin biparêze.

Leyiztokên Îranê Kurdên Iraqê parçe kir

Edîtor di dawiya analîza xwe de dibêje; „Lê leyiztikên Îranê Kurdên Iraqê parçe kir. Ev bû sedem ku petrola Kerkûkê bi rêya milisên Şîe yên hevalbendên Îranê hate kontrolkirin.“

Rojevakurd


Ev nivîs 210801 car hatiye xwendin.