Li Agiriyê 61 zarok jehrî ketin
Li Bazîda navçeya Agiriyê 61 xwendekarên dibistana navîn ji ber ku xwarinê jehrî ketin, çûn nexweÅŸxaneyê.
Qaymeqamtiya Bazîdê di daxuyaniya nivîskî de got ku îro di saet 15.00an de 19 xwendekarên ku di Dibistana Navîn a Telçekerê de dixwînin û 21 xwendekarên ku di Dibistana Navîn a Bereketê de dixwînin ji ber ÅŸika xwarinê jehrî ketine çûn NexweÅŸxaneya Dewletê ya Doç. Dr. YaÅŸar Eryilmaz.
Hat gotin ku zarok ji ber zikêÅŸê çûne nexweÅŸxaneyê û daxuyaniyê wiha dewam kir: "Aciziyeke wan a mezin tune, lê dîsa jî ew ê îÅŸev li nexweÅŸxaneyê bimînin. Peymana bi ÅŸirketa ku xwarinê çêdike re hat betalkirin. Midûriyeta Heywandariyê û Çandiniyê ya Navçeyê, Midûriyeta Tenduristiyê ya Navçeyê û Midûriyeta Perwerdeya Neteweyî ya Navçeyê lêpirsîn dan destpêkirin."
PiÅŸtî 40 xwendekaran 21 xwendekarên din jî çûn nexweÅŸxaneyê. Bi vî awayî hejmara xwendekarên ku jehrî ketine gihîÅŸte 61an, lê hat ragihandin ku rewÅŸa wan baÅŸ e.
Hat gotin ku 10 zarok ÅŸandine mala wan, 51 zarok jî ji ber ku malên wan li gund in, li nexweÅŸxaneyê di BeÅŸa Zarokan de hildan bin muÅŸahedeyê.
Ev nivîs 210903 car hatiye xwendin.