Li Almanya hejmara bêmalan 150 qat zêdetir bûye

RewÅŸa Almanya her ku diçe xirabtir dibe, jiyan dijwartir û debar jî zehmettir dibe. Bi vekirina derîyên sînor û pêÅŸwazîkirina penaberên zêde, hem rewÅŸa aborî û debarê xirabtir bûye, hem jî peydakirina xanî û starekê. Kesên ku xanî yan starekê ji xwe re peyda nekin yan jî derfetên wan tunebin, mecbûr dimînin li kuçe û kolanan razên, li kuçe û kolanan bijîn û bibin hêsîrê sur û sermayê .

Li gor lêkolînekê, li Almanya di sê salên dawîn de hejmara kesên ku bê mal û bê star in 150 qat zêdetir bûye.

Li gor lêkolîna Yekîtîya Alîkarên Bêmalên Almanyayê (BAG), li gor sala par (2016) hejmara kesên ku bê xanî û bê mal in 350 hezar zêdetir bûye û bûye 860 hezar. Ango, di 2017an de li Almanya 860 hezar kes bê xanî û bê mal in, bê star in û li kuçe û kolanan disitirin.

Ev hejmar, nîvê hejmara bêmalên seranserê Ewrûpayê ye.

Serokê BAG ê Thomas Specht, dibêje ku „ji 2014an û heta îro hejmara kesên ku bê mal û bê star in 150 qat zêdetir bûye û tê texmîn kirin ku di 2018an de ev hejmar bibe 1 milyon û 200 hezar.

Li gor serokê BAGê Thomas Specht dibêje, ji 3/2 ji wan bi tenê dijîn, ji 3/1 zewicî yan jî bi zarokên xwe re dijîn. Hejmara zarokên bê xanî û bê mal jî 32 hezar e.

Z.B


Ev nivîs 210831 car hatiye xwendin.