Li Amedê gel ji sedî 83.2 li dijî êrîşa Efrînê ye

Li Amedê navendeke rapirsînê li ser êrîşa Efrînê rapirsînek çêkir. Li gorî encamên vê rapirsînê ji sedî 83.2 gelê Amedê li dijî operasyona Efrînê ye û ew vê operasyonê li dijî destkeftiyên hemû Kurdan dibînin.

Navenda Lêkolînên Siyasî (SAMER) li Amedê derbarê operasyona Efrînê de rapirsînek çêkir. Li gorî encamên rapirsînê ji sedî 83.2ê Kurdan li dijî operasyona Efrînê ne û vê operasyonê li hemberî destkeftiyên Kurdan dibînin.

Kordînatora SAMERê Yuksel Genç dibêje di rapirsînê de derketiye holê ku Kurd cara yekemîn in piştî Kerkûkê li ser Efrînê jî bûne yek û xwedî heman helwest in.

Kordînatora SAMERê Yuksel Genç dibêje: “Tirkiye dema ku dest bi operasyona Efrînê kir, her tim digot Kurd jî piştgirî didin vê operasyonê. Me jî xwest em fikra Kurdan bi rapirsînek hîn bibin. Me tenê du pirs kirin; hûn piştgirî didin operasyona Efrînê? û armanca operasyona Efrînê çi ye? Ji sedî 83.2 li dijî vê operasyonê derketin. Amed ji ber ku navenda polîtîk a Bakurê Kurdistanê ye, hûn dikarin bi vê rapirsînê fikra piraniya Kurdan jî hîn bibin. Derkete holê ku kurd piştgirî nadin vê operasyonê. Gelê kurd operasyona li hemberî Efrînê weke êrîşa li ser Sûr û Cizîrê, weke êrîşa li ser Kerkûkê dibînin. Li gorî encamên rapirsîna me, Kurd dibêjin bi operasyona Efrînê re nahêlin li tu derê Kurd bibin xwedî statû.”

 

Hin rêveberên Navenda Lêkolînên Siyasî ya Rojhilata Navîn a Nû (YORSAM) jî dan zanîn ku di vê rapirsînê de derketiye holê ku ne tenê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), her wiha Kurdên ku dengê xwe didin AK Partiyê jî li hemberî operasyona Efrînê ne.


Ev nivîs 210824 car hatiye xwendin.