Li Amerika behsa Kurdistanek bihêz hate kirin
Berpirsê Peywendiyên Derve yê Herêma Kurdistanê Felah Mistefa piÅŸtî civîna li gel Nûnerê Serokê Amerîkayê li Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIÅžê Brett McGurk ragihand: “Emê peywendiyên xwe yên li gel Amerîkayê bihêztir bikin.”
Åževa derbasbûyî 13-11-2017, Berpirsê Peywendiyên Derve yê Herêma Kurdistanê Felah Mistefa li Washingtona paytexta Amerîkayê li gel Nûnerê Serokê Amerîkayê li Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIÅžê Brett McGurk hevdîtinek pêk anî.
Hevdîtin li Wezareta Derve ya Amerîkayê pêk hat û behsa rewÅŸa niha ya Iraq û Herêma Kurdistanê hate kirin.
PiÅŸtî civînê Nûnerê Serokê Amerîkayê li Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIÅžê Brett McGurk di twîttekê de ragihand, wan di çarçoveya destûra Iraqê de behsa Kurdistanekî bihêz û yekgirtî kirine.
Herwiha Berpirsê Peywendiyên Derve yê Herêma Kurdistanê Felah Mistefa jî li ser navnîÅŸana xwe ya twîtterê ragihand: “Ev civîn ji bo pêdaçûna li ser guhertinên dawîn û herwiha pabendbûna me ya bihêzkirina peywedniyên Amerîka û hikûmeta Herêma Kurdistanê, derfeteke baÅŸ bû.”
Ev civîn di demekê de ye, ku hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihandiye, ew dixwazind I çarçoveya Destûra Iraqê de li gel Bexdayê danûstandinan bikin.
Beriya niha jî Wezîrê Berevanî ya Amerîkayê James Mattis piÅŸtgiriya welatê xwe ya ji bo diyaloga di navbera Hewlêr û Bexdayê de anîbû ziman. /Rojevakurd
Ev nivîs 210838 car hatiye xwendin.