Li baregeha Kerkûkê şewat

Li Başûrê Kerkûkê li  baregeha leşkerî ya K1ê de ji ber kontaxa ceyranê şewat derket. Hat ragihandin ku di şewata ku ji aliyê îtfayeyê ve hatiye tepisandin de gelek teqemenî û amûrên leşkerî têk çûn.

Peyvdarê medyayê yê Midûriyeta Polîsê Kerkûkê Afrasyav Kamil, da zanîn li baregeha K1 yek ya leşkerî de ji ber ceyranê şewat derketiye û di vê bûyerê de hema hema hemû teqemeniyên li vê derê jî teqiyan e. Afrasyav Kamil da zanîn vê şewatê de kesî canê xwe ji dest ne da ye.

Kamil ragihand ji bo ku şewat li aliyê ekîbên parastina sivîl nekevin ekîbên wan gelek ked daye. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin tepisandina şewatê saetên dudirêj berdewam kir.


Ev nivîs 210802 car hatiye xwendin.