Li Baxdayê teqîn

Li herêma Karada ya girêdayî Baxdayê paytaxta Iraqê îro teqînek çêbû. Li gorî amareyên berdest di encama vê teqînê de 5 kes birîndar bûn.

Li gorî agahiyên ku ji aliyê Saad Maanê Fermandarê Navenda Hereket a Bexdayê ve hatine ragihandin bûyer îşev li herêma Karada ya Bexdayê çê bû.Li gor daxuyaniya Maanî di encama vê teqînê de 5 kes birîndar bûn.

Saad Maan got: "Teqîna ku hêj ne diyar e bê ji aliyê kî û çi rêxistinî ve hatiye organîzekirin lêpirsênên derheqê wê de jî berdewam in.”


Ev nivîs 210797 car hatiye xwendin.