Li binê Gola Wanê lêgerîna li berhemên dîrokî

 

Di xebatên binê avê de, di binê ava Gola Wanê de kelehek hat dîtin ku 3 hezar saliye û yê dewra Ûrartûya ye.

Tîma ku ji zanko ya yüzüncü yilê ya Wanê hatibû Adilcewazê ku dikeve nêzî Sîpanê Xelatê, tevî alavên ku binê avê dikarin bikÅŸînin hatin. Bi kamerayên binê avê tesbîta kelehê kirin û wêneyan kiÅŸandin. Derhênerê tîma ku binê avê dikÅŸîne, Tahsîn Ceylan bi tîma xwe ve karibû fîlmê kelehê bikÅŸîne.

Qeymeqamê Ailcewazê jî xebatên zankoyê ÅŸopand û got: “Keleha Ûrartûyê ku di navçeya me de ye, qismê ku di binê avê de maye derket holê. Ev keleheka 3 hezar saliye. Xebatên ku tên kirin ji bo navçeya me girîng in. Herkesê ku keda wî div ê xebatê de çêbûye sipasiya wan dikim.”

Derhêner Tahsin Ceylan ragihand ku Gola Wanê goleka 600 hezar saliye. Ceylan weha dewam kir: “ Li der û dora Gola Wanê gelek medeniyet jiyane. Ew medeniyet Gola Wanê weka behrê binavkirine û bawer kirine ku gol bi sir e. Em ji vê noqtê tevdigerin û ji bo sirrên Gola Wanê derxin holê xebatê dikin. Ev 10 sale em dixebitin. Me dîmenên binê avê yên masiyên kefale, mîkrobiyalîtan an mercanên golê an noqavên Rûsan me kiÅŸand û bi dinyayê da zanîn. Em niha bi dîtina keleha binê avê kêfxweÅŸin ku me sirreka dinê jî ya golê derxist holê.”

Madem di binê avê de kelehek heye, ev tê wateya ku di demên berê de av ew çend bilind nînbûye. Lewra xelkê berê ji xwe re medeniyetan ava kirine. Di nava wextê de ava Golê bilind bûye û xelk jî ciyên ku niha di bin avê de mane, terk kirine û li jortir cî û waran ava kirine.


Ev nivîs 210863 car hatiye xwendin.