Li Dijî Xetereya Komkujiyan, Yekîtiya Neteweyî Divê

31 sal berê di rûpeleke reş li dîroka mirovahiyê hat zêdekirin. 16ê Adara 1988an, li Başûrê Kurdistanê, komkujiyeke mezin hate kirin. Jin, mêr, zarok, kal û pîr jî di nav de, ji 5 hezaran zêdetir kurd, ji aliye rejîma BEESê ve, bi çekên kîmyewî û biyolojîk ên hêzên cîhanê, hatin qetilkirin, rûyê reş ê mirovahiyê careke din hate nîşandan!

Daxwaza azadiyê ya netewa kurd û mafê xwerevêbirinê yê rewa û heq, ji aliyê hêzên dagirker ve tim bi riya zext û zorê hate tepeserkirin. Rejîma BEESê, xwest ku daxwaza azadiyê ya netewa kurd, bi bombebaranan, bi çekên kîmyewî û bi çekên biyolojîk, ji holê rake. Lê daxwaza azadiyê ya netewa kurd, bi çekên kîmyewî û biyolojîk, bi bombebaran û bi komkujiyê nehat tunekirin. Berxwedana netewa kurd, roj bi roj, sal bi sal mezin bû û îro gihiştiye qonaxeke mezin.

Komkujiya Helebcê, bi armanca tunekirina netewa kurd hate pêkanîn, lê ew ên ku ev komkujî pêk anîn û bi hezaran kurd qetil kirin, îro di rûpela dîroka mirovahiyê de bi xwe tune bûn. Piştî Helebcê jî xwestin ku netewa kurd bi heman rengî tune bikin, daxwaza azadiyê ya netewa kurd ji holê rakin. Li Efrînê xwestin ku komkujiyeke wek a Helebcê pêk bînin, netewa kurd qetil bikin, ji cih û warê wan bi dûr bixin.

Em ji dîroka mirovahiyê dizanin, daxwaza azadî, wekhevî û demokrasiyê bi çekên kîmyewî, bi çekên konvansiyonel û bi zext û zorê nayê fetisandin. Daxwaza azadiyê ji hemû çekên zalim û zordaran bi hêztir e.

Meha Adarê, ji bo netewa kurd û Kurdistanê, meha komkujiyan e. Li gel wê, meha Adarê meha berxwedan û vejînê ye jî. Li dijî daxwaza tunekirina netewa kurd, ev meh meha vejînê ye. Netewa kurd li her parçeyê Kurdistanê, hêza xwe ji çarenûsa xwe ya hevpar werdigire û li dijî dîktatoran dibe yek. Helebce li her parçeyan di dilê netewa kurd de birîneke kûr vekir, ev birîn çarenûsa hevpar a netewa kurd e.

Em baş dizanin, ew neteweyên ku li dijî xetereya komkujiyan, yekîtiya xwe pêk neînin, li dijî daxwaza tunekirin û îmhayê nebin yek, dê di dîrokê de tune bibin. Ji destpêka şaristaniyê heta niha, ev rastî bi awayekî eşkere li ber çavan e. Helebce jî vê rastiyê bi awayekî eşkere li me, li miletê me nîşan dide. Li dijî xetereya komkujiyan, divê li gel hemû cudahiyan, netewa kurd, aliyên kurd bibin yek. 

31 sal di ser Komkujiya Helebcê re derbas bû, lê êş û azara qurbaniyên Helebcê, îro jî di dilê netewa me de ye. Miletê me li her parçeyî, kujer di dilê xwe de mehkûm kirin. Komkujiya Helebcê li her aliyê Kurdistanê, dilê netewa kurd kir yek. Lê ev têrê nake, divê netewa kurd, li dijî xetereya komkujiyan, têkoşîna xwe jî bike yek.

Em hêvî dikin ku berpirsên din ên Komkujiya Helebcê jî bên darizandin. Hemû rûyê kirêt ê şirîkên Sedam bên eşkerekirin û mehkûmkirin. Ji bo vê yekê em ê têkoşîna xwe xurttir bikin.

Di 31emîn salvegera komkujiyê de, em hemû qurbaniyên Komkujiya Helebcê bi rêzdarî û bi dilekî xemgîn yad dikin. Ji bo bîreweriya hemû qurbaniyan, û ji bo ku ev komkujî dubare nebin, ji me re têkoşîn divê, ji me re berxwedan divê, ji me re yekîtî divê.


Ev nivîs 210810 car hatiye xwendin.