Li Diyarbekirê operasyon: 2 kuştî û 9 birîndar

Li nav bajarê Diyarbekirê serê sibê siet li dora 6an operasyonek hat kirin û di operasyonê de polîsekî hat kuÅŸtin û 9 polîs jî birîndar bûn. Di dewama operasyonê de 8 kes hatin binçavkirin.

Îro serê sibê li taxa Huzurevleri polîsê Diyarbekirê avête ser malekî. Hat ragihandin ku mal ya PKK ê ye û di dema operasyonê de kesê rêxistina PKK ê, bomba destî avêtiya nava polîsan. Polîsekî jiyana xwe ji dest daye û 9 ji wan jî birîndar bûne.

Mala ku mirovê PKK ê têde bûye, jin û zarokên malê weka mertal ji xwe re bikaraniye. Lê di encama ÅŸerê navbera her du aliyan de, kesê PKK yî jî hatiye kuÅŸtin. Ambûlans birîndaran birine xweÅŸxaneyan û niha tên dermankirin.


Ev nivîs 210853 car hatiye xwendin.