Li Endonezyayê bobelata tropîkal: 21 mirî

Bobelata Cempaka ya tropîkal, li Girava Cava ya Endonezyayê bû sedema lehî û hezekan û di bobelatê de 21 kes jiyana xwe ji dest dan. Ragihandin, ji aliyê Ajansa Netewî ya Rêvebiriya Bobelatan (BNPB) ve hat kirin.

Ajans ragihand ku bobelat bandora xwe li Giravên Cava û Baliyê nîÅŸan daye û ji bilî wan giravan, di 21 herêman de bandorê kiriye. Dewlet hêjî xwe negihandiye hinek herêman û dibe ku jimara miriyan zêdetir bibe.

Rêvebir ragihandin ku ji bo ewlekariyê, li hinek herêman elektrîkê birîne. Dewletê ciyên ku hêj bobelat li wan dewam dikin, hiÅŸyarî da xelkê wan deran da tedbîrên xwe bigrin.

Li seranserê welat, ji serê salê heya niha, ji ber barana zêde gelek caran lehî rabûye û erd heziyaye. Ji ber van buyeran heya niha 800 hezar kes ji bobelatan zerarê dîtine.


Ev nivîs 210810 car hatiye xwendin.