Li Erebistana Siûdî 11 prens hatin binçavkirin
Li welatê Erebistana Siûdî, bi biryara “Komîta li dijî gendeliyê” ji 11 kesan zêdetir prens û 4 wezîrên ku niha li ser karin, bi dehan wezîrên kevin û kesên navdar, bi gumana xwarina bertîlan hatine binçavkirin. Serokê komîtê Welîahd Prens Muhammed Bîn Salman e.
Niha Erebistana Siûdî ser û binê hev bûye. Do Yemenî fuze avêtibûn Riyadê lê Erebistan fuzeyê îmha kiribû. Niha bi eksa wê tiÅŸt tên gotin. Lê Yemenî dibêjin ku ev mijar rast nîne. Lewra wezîrê parêzvanên netewî, wezîrê aboriyê û plandananê û fermandarê giÅŸtî yê hêzên deryayî li Erebistanê destê wan ji wezîfa wan hat kiÅŸandin.
Dibe ku komîsyon biryarê bide da van kesên binçavkirî derneyên derveyê welat, ÅŸîrketên wan di bin kontrolê de bên girtin û dest deynin ser hesabên wan yên di bankayan de. Eger sûcên wan bê îsbarkirin, wê karibin yekser wan zîndanî bikin.
Li balafirgehan asayiÅŸ di asta herî bilind de ye. Ew kesên ku dewlet li wan digere, divê nehêlin ku birevin. Hinek kesên ku navên wan nehatine aÅŸkerakirin ku sermayedarên mezin yên Siûdî ne, dewletê dest daniye ser malên wan.
Ev nivîs 210859 car hatiye xwendin.