Li Kirmanşaha Kurdistana rojhilat rewşa awarte hat îlankirin
Li Kurdistan Rojhilatê li bajarê KirmanÅŸahê di 12ê meha 11 an de erdhejeke bi dereca 7.3 çêbûbû û di peyde bi sedan erdhejên li pey çêbûbûn. Ji ber wê jî parêzegeh li deverê rewÅŸa awarte îlan kir.
Navenda lêkolînên jeolojîk yê Amerîkayê (USGS) do ragihandi ku li Kurdistana Rojhilatê, ji KermanaÅŸahê 58 km dûr, di binê erdê de bi 10 km yan kûr erdhejeka dinê bi dereca 6.0 çêbû. ÎRNA ajansa fermî ya Îranê jî erdhejê bi dereca 6.1 ragihand.
Li ser mijara erdhejê waliyê KirmanÅŸahê HoÅŸeng Bazwend beyanek da û got: “PiÅŸtî erdheja 12 ê meha borî de li KirmanÅŸahê û der û dora wê bi dereca 7.3 erdhej çêbû û di peyde gelek erdhejên din çêbûn.PiÅŸtî erdheja do çêbû, me temamê dibistanan û zankoyan tatîl kir. Me rewÅŸa awarte ragihand.”
Xelkê KirmanÅŸahê hêjî gelek perîÅŸane. Serma û seqem di herêmê de di asta bilind de ye. Çadir gelek kemin. Ardû bi serê xwe pirsgirêkeka mezine. Xaniyên ku hene jî kes newêre here nav xaniyan ji ber erdhej li pey hev tên.
Ev nivîs 210812 car hatiye xwendin.