Li Kurdistana ÃZranê 3 ÅŸeve xelk li derve ye
Li Kurdistana Îrane 3 ÅŸeve xelk newêre li mala xwe razê. Hem gelek ji wan xaniyên wan nemane. Mirî di ser 530 kesî de ne û di ser 8 hezarî de birîndar hene. Dewletê an rêxistinên sîvîl xwe negihandine gelek deverên ku erdhej lê çêbûye.
Dewlet alîkariya wan nake û li bende ne ku xelk bi xwe alîkariya wan bike. Derman, çadir û xwarin nagihê gelekan. Ev hal ji aliyê parêzger de jî hat ragihandin. Parêzger dibeje ku di herêmê de 10 hezar çadir belav kirine. Sedemê ku çadir têr nakin xelkê ku malên wan hene jî newêrin herin malên xwe. Ji ber erdhej li pey hev dewam dikin.
Wezîrê karê derve yê Iranê Cewad Zarîf jî ragihand ku heya niha dewlet bi îmkanên xwe îdare dike, pêdiviya wan bi alîkariya derve tine û sipasiya wan dewletan kir ku teklîfa alîkariyê li Îranê kirine.
Rêvebir ragihandin ku kêmasiya xwarin û çadiran heye. Di herêmê de, di 536 gundan de xesar heye, 12 hezar xanî bi temamî xera bûne û li dora 70 hezar kes bê xanî mane.
Ev nivîs 210839 car hatiye xwendin.