Li Lîbyayê bazara koletîyê
Hejarî, belengazî, koçberî û penaberî mirovan mecbûrî koletîyê dike. Åžert û mercên jiyanê her ku diçe xirabtir dibin. Bi taybet li welatên paÅŸdemayî hejarî û koçberî bela serê mirovên feqîr e. Kesên û derfetên wan hene li çara serê xwe dinerin û terka welatê xwe dikin, ji xwe re li jiyanek xweÅŸtir û welatekî baÅŸtir digerin. Lê kesên ku derfetên wan tunene û hejar in, wek sedsalên berê di bazaran de wek kole tên firotin da ku karibin zikê xwe têr bikin.
Li bajarê Trablûs ê Lîbyayê bazara koleyan hatiye lidarxistin û di wê bazarê de koleyên ji Nîjerya, Malî, Gana, Nîjer û welatên din yên Afrîkayê bi 400 dolarî tên firotin.
Tîma CNN bi dizî xwe gihand bazara Trablûsê û rewÅŸa koleyên 2017an raxist ber çavan.
Buhayê koleyên bazara Trablûsê ji 400 dolarî dest pê dike. Kî herî zêde bide, ew dibe xwedîyê kole û di xizmeta xwe de dixebitîne.
Helbet îro jî, di cîhana nûjen û modern de jî koletî ranebûye. Karkir û xebatkarên her beÅŸên fabrîqe û dezgehên dewletê wek „koleyên modern“ lê bi kirasekî din û bi navekî din kar dikin. Lê koletîya eÅŸkere ku di bazarên firotinê de tên firotin, li Trablûs a Lîbyayê dest pê kiriye.
Z.B
Ev nivîs 210836 car hatiye xwendin.