Li pişt aloziyan de Şehnaz Îbrahîm Ehmed heye

Berpirsek YNK, „kesên ku demek weha de xelk komî ser hev dikin û xirecir peyda dikin, divê bizanibin ku, baştire ew ligor çarçeweya realîte û mantik tevbigerin.“

PeyamaKurd- Berpirsyarek nêzîkê Kosret Resul got, civîna roja duşembe 05.03.2018 ku bi navê kadirên YNK pêkhatibu, ji aliyê Şehnaz İbrahim Ehmedî ve hatiye organizekirin.

Heman Berpirsê YNK dibêje, ew ji rewşa partiyê nîgerane û li hember kesan ku prensîpên rêxistinî binpê dikin nikare biaxife.

Di berdewamiya axaftina xwe da berpirse YNK, ku nêzîkê Kosret Resule got, „adresa Organên Partiyê û desthilatdarî diyare. Herweha diyare kî biryar dide, kengî û çawa Civîn têne kirin. Rewşa ku nuha di nav YNK de peyda buye, rewşek awarteye û alozî peyda buye. Li pişt ev rewşa aloz de gruba Şehnaz Îbrahîm Ehmed heye.“

Kesê nêzîk bi Kosret Resul dibêje, „kesên ku demek weha de xelk komî ser hev dikin û xirecir peyda dikin, divê bizanibin ku, baştire ew ligor çarçeweya realîte û mantik tevbigerin.“

Heman berpirs, „Ev ne rewşek nuye, em ji sala 1966’an ve ji destê malbata İbrahim Ehmed dikşînin.“

Wek tê zanîn Şehnaz Îbrahîm Ehmed di civîna duşembe ya derbazbuyî de amade bubu, ku alîgirên Hêro Îbrahîm Ehmed digotin, ew dê deriyê Polîtbüro yê bigrin, Kosret Resul û Mela Bextiyarî bi lêdan bavêjin der.


Ev nivîs 210842 car hatiye xwendin.