Li Qamişlo, Cizîr û Hesekê meşa bo Efrînê

Îro li Rojavaya Kurdistanê bi hezaran kes ji bo protestokirina êrîşên Tirkiye yên bi ser Efrînê de meşiyan. Bi hezaran Rojavayiyên ku li ser bangawaziya TEV-DEMê li hev kom bûn, êrîşên Tirkiye şermezar kirin.

Meşa xelkê ku ji êrîşên Tirkiye yên bi ser Efrînê de nerazî ne, li Cizîr û Hesekê jî bi heman şêweyê bû. Meşek ji Qamişloyê dest pê kir ber bi Efrînê ve dom kir. Her wiha ji aliyê Cizîr û Hesekê jî xelk meşiyan û ji kantonên derdorê jî beşdar hebûn.

Balkeşê e  kesên ku protestoyê pêk anîn li ser seyareyên xwe çîkilên zeytûnan jî daleqandin.

 


Ev nivîs 210804 car hatiye xwendin.