Li Romayê qedexeya xwepêşandanan

Ji bo ziyareta Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ku dê li Vatîkan a Romayê serdana Papa Francisî bike li navenda Romayê

Ji bo hemû xwepêşandanan heta 24 saetan qedexe hat dayîn. Ajansa navnetewî ya AFPê ragihand ku Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û Papa Francis roja duşemê wê hevdîtinekê pêk bînin. Ji ber bertekên êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Efrînê, çalakiyên derbarê Efrînê û yên wekîdin heta 24 saetan hatin qedexekirin.

AFPê qedexekirina çalakiyan wek astengkirina çalakiyên li hember operasyona dijî Efrînê jî nirxand.

 


Ev nivîs 210790 car hatiye xwendin.