Li Wanê 27 kes hatin desteser kirin
PeyamaKurd - Li bajarê Wanê yê bakurê Kurdistanê 27 kesên ku bi îdîaya peywendiya wan bi PKK/KCKê re heye hatin desteserkirin. Herwiha li bajarê Çewlîgê jî di serdegirtina malan de çend kes hatin desteserkirin.
Polîsên ser bi Rêveberiya Asayişa Wanê ve li hemberî hejmareke kesên derbarê wan de biryara girtînê hebû, operasyon kirin. Polîsan bi ser gelek malan de girtin.
Li gor daxuyaniya Rêveberiya Asayişa Bajêr, “xebatên deşîfrekirin û astengkirina çalakiyên dijî PKK/KCKê” berdewam in.
Ev nivîs 210756 car hatiye xwendin.