Li welatê Fasê li herêma Essaouirayê di dema ku ji bo xelkê alîkariya xwarinê an ku xida dihat kirin de, ji ber qelebalixa zêde 15 kes mirin û 40 kes jî birîndar bûn. Alîkarî ji aliyê kî de dihat kirin nehat ragihandin.
Çapemeniya deverê ragihand ku di ciyê alîkariyê de li dora 800 kes hebûne û piraniya miriyan jin û kesên pîr in. Li Fasê ji ber hewa ziwa derbas bû û baran nehat, hilberîna îsal kêm bû û bihayê tiÅŸtên xida gelek bilind bûn.