Li Xaneqînê êrîşa çekdarî 7 kuştî
Li Xaneqînê çend kesên nenas bi çekên kalaşnîkof êrîş birin ser dikanekî. 7 kes hatin kuştin û 3 kes jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin li taxa Bextiyarî ya Xaneqînê dikanek rastî êrişa kesen çekdar hat. Di encama êrişa çekdarî de 7 kes hatin kuştin û 3 kes jî bi giranî birîndar bûn.
Ji aliyê Midûriyeta Ewlehî yê Xaneqînê Ferhad Rifetî ve hat ragihandin ku li taxa Bextiyarî ya bi ser Xaneqînê de çend çekdaran di nava du otomobîlan de bi çekên Klaşînkof êrîş birin ser dikanekî. Di encama vê êrîşê de 7 kes hatin kuştin û 3 kes jî birîndar bûn.
Rifetî da zanîn hemû hêzên ewlehiyê yên li bajêr lêgerîna êrîşkaran. Sedemên li pişt bûyerê hêj nayê zanîn.
Ev nivîs 210805 car hatiye xwendin.