Lieberman: Dijberîya referandûma Kurdistanê şaşîtîyek mezin bû
Siyasetmedar û leÅŸkirên pispor yên Amerîkî dengê xwe bilindtir dikin û siyaseta Amerîka ya li dijî serxwebûna Kurdistanê rexne dikin. Siyasetmedar û leÅŸkirên pispor, di wê bawerîyê de ne ku „wê nirxê bitenêhiÅŸtina Kurdistanê ji bo Amerîkayê pir giran be û divê WaÅŸîngton rojek berî rojekê ji vê ÅŸaÅŸîtîya xwe vegere“.
Li gor bîr û bawerîya wan siyasetmedar û leÅŸkirên Amerîkî, bitenêhiÅŸtina Kurdistanê plan û projeyên Amerîka yên li Iraq û Sûrîyê xistiye xeterê û evê polîtîkaya ÅŸaÅŸ hiÅŸtiye ku Îran ji hemî caran zêdetir bandorê li herêmê bike.
Di vê derbarê de namzetê Partîya Demokrat yê Serokatîya Amerîka yê sala 2000î senatorê kevn Joe Lieberman, ji K24 re axivî.
Lieberman, anî zimên ku „Divê desthilatdarîya Amerîkayê rojek berî rojekê ji siyaseta xelet ya ku li Iraqê dimeÅŸîne vegere û bala Iraqê bikÅŸîne da ku çekên Amerîkayê ji armancên ÅŸaÅŸ bi kar neyne“.
Lieberman, bi dewamî anî zimên û got: „Dijderketina me ya li hember referandûma serxwebûna Kurdistanê xeletîyek pir mezin bû. Ji vir û pêde çareserîya herî baÅŸ ew e ku Amerîka zixtê li Iraqê bike da ku Iraq zixtê li desthilatdarîya Kurdistanê neke“.
Ji alîyê din, derkenarê artêÅŸa Amerîkayê Orgeneral Charles Wald jî axivî û anî zimên ku „Ji bo bidawîanîna alozîya li Iraqê divê Amerîka helwesta xwe li hember Bexdayê biguherîne“ û got: „Heke polîtîka yan jî stratejîyek aqilane ya Qesra Spî û Wezareta Derve hebûya, çekên Amerîkayê nediketin destê Mihafizên ÅžoreÅŸa îranê û milîsên Åžîe. Û van milîsan bi çekên me êrîÅŸî hevkar û dostê me yê herêmê Kurdistan nedikir, ku li herêmê tenê yek hevkar û dostê me hebû ew jî Kurdistan bû“.
Z.B
Ev nivîs 210820 car hatiye xwendin.