Lutkeya mezin dê li Stenbolê be
Ji aliyê Rûsya ve hat ragihandin ku dê di mehên pêşiya me de Lutkeyeke sêqolî ya bi beşdariya hersê Lîderên Rûsya Îran û Tirkiyeyê pêk bê.
Dmitriy Peskov Peyvdarê Kremlinê bi daxuyaniyekê ragihand ku di meha Nîsanê de, dê bi beşdariya Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî li Stenbolê lutkeyeke mezin a derheqê rewşa hevkariya hersê welatan bê lidarxistin.
Li gorî nûçeya ku Sputnîkê belav kiriye Peskov da zanîn dê hevdîtin li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê pêk bê.
Tê çaverêkirin ku Serokên hersê welatên Rûsya, Îran û Tirkiyê derheqê rewşa Sûriye de bigihîjin stratejî û qerarên nû. Hêjayî bibîrxistinê ye hersê serokên dewletên herêmê herî dawî 22yê Mijdara sala par li Soçiyê hatibûn ba hev. Qerara pêkanîna komcivina Soçiyê jî li wir hatibû stendin.
Ev nivîs 210802 car hatiye xwendin.