Macron li gotinên xwe xwedî derket

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron li gotinên xwe xwedî derket. Serokomarê Fransayê derbarê operasyona Tirkiyeyê a dijî Efrînê de gotibû ‘'Divê operasyona Tirkiyeyê nebe dagirkerî.'' Macron li ser daxuyaniyên Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu yên derbarê wî de jî axivî û got: ''Ez dilşad bûm.''

Hat ragihandin Macron li paş gotinên xwe yên derbarê operasyona dijî Efrînê ya Tirkiyeyê de sekinî, ku gotibû ‘'Armanca Tirkiyeyê bitenê parastina sînor e, divê operasyona Tirkiyeyê li Efrînê nebe dagirkerî.''

Ji aliyêdin ve Macron li ser bertek û daxuyaniyên Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu yên derbarê wî de jî wiha got, daxuyaniyên Çavuşoglu destnîşan dike ku operasyon ji bo ewlehiya sînor e.


Ev nivîs 210821 car hatiye xwendin.