„Madem wa ye, hun çima ji Rojava derdikevin?“

PeyamaKurd - Senatorê Amerikayê Lindsey Graham di Konferansa Ewlekariya Mûnixê de aşkera kir ku, DAEŞ şikest xwariyê û ji vî gavî şunda divê kar û xebat jibo parastina aramiyê bê kirin.

Li hember gotinên Lindsey Graham ji Fransayê reaksiyonekî tund hat. Wezîrê derveyê Fransayê Jean-Yves Le Drian li ser gotinên senatorê Amerikî pirs kir, „Madem wa ye, hun çima ji Rojava derdikevin?

Ji aliyê din Lindsey Graham di gotinên xwe de bal kişandibu ser rastiyek, ku Tirkiyê wê bikeve Suriyê û beramber YPG niyeta xwe pêkbîne, eger piştî paşvekişanê bernameyek jibo pêkanîna aramiyê amade nebe.

Wezirê Fransayê li hember gotinên senatorê Amerîkayê weha axifî, „Ez ji siyaseta derve ya Amerikayê tênaghêm. Li hember Îran xwedî helwestek bi biryare, lê divê mirov pirs bike ji ber çî ew ji Rojhilata Suriyê derdikevin?“

Di berdewamiya axaftina xwe de Le Drian got, „Em baş dizanin ku di rewşek usa de, li hember ev pêşketinên nediyar de wê rola Îranê mezin bibe. Ez birasti ji Amerîkayê fêm nakim...“


Ev nivîs 210727 car hatiye xwendin.