Mahmûd: Rê li ber serxwebûna Kurdistanê nayê girtin

Referandûm, encamên referandûmê, dem û wextê referandûmê û doza serxwebûna Kurdistanê pir tê nîqaÅŸkirin, tê raberizandin. Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî jî di daxuyanîyên xwe de qebûl dike ku referandûm dereng maye û diviyabû zûtir bihata çêkirin.

Di vê derbarê de ÅŸirovekarê siyasî û kevneÅŸêwirmendê Serokê Kurdistanê Kîfah Mahmûd jî di heman bîr û bawerîyê de ye. Mahmûd, tîne zimên ku diviyabû referandûm di sala 2003an de, piÅŸtî ketina Saddam Hisên bihata lidarxistiin û ixabin ev referandûm di dîrokek pir dereng de hat lidarxistin.

Kîfah Mahmûd, di axavtina xwe ya di kanala Al Jazera de li ser pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê û mafê çarenûsa milletê Kurd rawestîya.

Mahmûd, di axavtina xwe de anî zimên ku „kes nikare rê li ber serxwebûna Kurdistanê bigre“ û di derbarê referandûmê de got: „Ev referandûm ne zû, lê pir dereng hat çêkirin. Diviyabû ev referandûm piÅŸtî ketina Saddam Hisên, ango di 2003an de bihata çêkirin. Em bedêlên mizakereyên wê demê didin“.

Kîfah Mahmûd, di dewama axavtina xwe de bal kiÅŸand ser helwesta rayedarên Iraqê, rewÅŸa Saddam Hisên bi bîra wan xist û got: “Ev rewÅŸ her û her wisa dewam nake. Saddam û paÅŸmayîyên wî hewl dan ku demografîya herêmên Kurdistanê biguherin, lê Kurd dîsa vegerîyan”.

Mahmûd, di derbarê serxwebûna Kurdistanê de jî axivî, anî zimên ku “Serxwebûn gotinek wisa ye ku kok û rehên xwe berdaye ser dil û hinavê Kurdan” û got: “Ez ji encamên vê referandûma ku îradeya milletê Kurd a serxwebûna Kurdistanê ye, bi hêvî me. Ji ber ku encamên referandûmê encamên hisreta serxwebûna Kurdistanê ne”.

Z.B


Ev nivîs 210826 car hatiye xwendin.