Malpera amerîkî: Eger serê kurdan bitevînin ÃZsraîl dê bikeve metirsiyê

Malpera Washington Examiner a amerîkî li ser êrîÅŸa HeÅŸda Åžeibî ya li ser sînorê BaÅŸûr û Rojavayê Kurdistanê raporek belav kiriye û dibêje, eger HeÅŸda Åžeibî xwe bigîhîne PêÅŸabûr ev yek dê ji bo Îranê bibe serkeftineke mezin a stratejîk.

Nivîskarê malpera Washington Examiner Tom Rogan di rapora xwe de dibêje: “PiÅŸtî ÅŸerê çend rojan, hêzên iraqî û mîlîsên HeÅŸda Åžeibî yên di bin kontrola Îranê de, deriyê sînor ê Rebîeyê ya ser sînorê Iraq û Sûriyê kontrol kirin. We diyare, ku dixwazin ji aliyê bakûr ve xwe bigihînin Deriyê PêÅŸabûrê. Ev derî li ser nexÅŸeyê 25 mîl dûrê Rebîeyê ye û ev êrîÅŸ sînorê kurdên Iraqê li gel Sûriyê dibre.”

Serkeftina stratejîk a Îranê

Bi baweriya nivîskar eger ev plan ser bikeve ev yek dê ji bo Îranê bibe “serkeftineke mezin a stratejîk”. Ji ber ku kontrolkirina vî xetî tenê pêÅŸiya hatin û çûn û veguhestina kurdan nagre, herwiha Amerîkayê jî sînordar dike. Ji ber vê Amerîka ji bo derbasbûnan neçar dibe tawîzan bide.

Tom Rogan balê dikiÅŸe ser wê yekê, ku bi kontrolkirina van sînoran dê xeta Tehran û Beyrûdê bigihin hev û bi vê rêyê dê Îran bikare çek, cebilxane û serbazên xwe bi rehetî derbasî Sûriye bike, bigihîne Lûbnanê.

Herwiha Tom Rogan dibêje: “Hêzên ewlekariya Iraqê dê bi ÅŸikil sînoran kontrol bikin lê Îran dê bi hevkariya mîlîsên HeÅŸda Åžeibî siyaseta Iraqê kontrol bike.

Gefa ser Îsraîlê

Bi nêrîna nivîskar ev rewÅŸ dê li Sûriye û Iraqê rastiyeke nû ya siyasî ava bike û bibe serkeftina planên Rûsya, Îran û Tirkiyê. Herwiha ev yek dê bibe sedema zêdebûna kerb û kîna mezhebî di nava sunniyan de ku ev jî DAIÅžê bihêz dike.

Tom Rogan hiÅŸyariya wê yekê jî dide û diyar dike: “Eger serê kurdan bitevînin ev yek dê bibe bidawîbûna siyaseta pirneteweyî ya li Iraqê. Îran jî dê bi riya wan korîdorên sînor li dijî Îsraîlê dê bibe gef û metirsiyeke cidî.”

Helwesta Amerîkayê

Nivîskarê malpera Washington Examiner di dawiya rapora xwe de dibêje, divê Serokê Amerîkayê Trump hêzên Iraqê razî bike da ku ber bi pêÅŸabûrê ve neçin.

Herwiha destnîÅŸan dike, ku Di vir de xala serke ev e, ku divê hikûmeta Iraqê hêzên xwe ji HeÅŸda Åžeibî veqetîne û li gel rêveberiya Herêma Kurdistanê guftugoyan bike.

Nivîskar ji bo kontrolkirina sînorê Rojava û BaÅŸûrê Kurdistanê, pêÅŸniyar dike Amerîka hêza leÅŸkerî bikar bîne, hêzên HeÅŸda Åžeibî ÅŸûnde vegerîne.

Di heman demê de Royan dixwaze Trump bi rêya “dostaniya” li gel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan vê pêÅŸveçûna Îranê bide rawestandin.


Ev nivîs 210840 car hatiye xwendin.