Masrûr Barzanî, „xewna serxwebûna Kurdistanê tu caran namire

Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Masrûr Barzanî, „xewna serxwebûna Kurdistanê tu caran namire. Piroseya referandumê gelek giring bû, jiber ku hemû komelgeha navnetewi li tevaya cîhanê û bi taybetî jî li Iraq daxwaza gelê Kurdistanê ji bo serxwebûnê bi şêweyek gelek zelal dîtin.“

PeyamaKurd-Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Masrûr Barzanî di hevpeyvîna xwe ya ligel malpera Almonîtor li Amerîka ragihand, „xewna serxwebûna Kurdistanê tu caran namire. Piroseya referanduma Kurdistanê gelek giring bû, jiber ku hemû komelgeha navnetewi li tevaya cîhanê û bi taybetî jî li Iraq daxwaza gelê Kurdistanê ji bo serxwebûnê bi şêweyek gelek zelal dîtin.“

Herweha Masrur Barzanî dibêje, ku wan berê referandumê li gel gelek welatan û aliyan, hetta ligel hikumeta Iraqê jî axifîne û tu alî li hember ev daxwaza hanê derneketiye lê tenê têbiniyên xwe li ser negûncawbuna dema referandumê anîne ziman.

Di berdewamiya axaftina xwe da birêz Masrur Barzanî bal kişandiye ser ambargoyên hikumeta Iraqê li ser herêma Kurdistanê. Rawestandina geştên ezmanî ya navnetewî biryarek siyasiye, ne biryarek desturiye.

Wek tê zanîn, Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Masrûr Barzanî di konferansa Asayişa Cihanê li München beşdarî kiribu û behsa hevditina aliyên Kurdî ligel serokwezirê Iraq Heyder Ebadî bi vî hawayî dike, „Em li gel Heyder Ebadî civiyan, wî soza vekirina firotgehan da, lê wî çendîn caran soz dabû me lê sozên xwe bicî nahîne, nuha jî em li hêviya wî ne ku Ebadî sozên xwe bicî bîne. Bi rastî em nizanin, ka Ebadî soza xwe bicîh dihêne yan na.“

Li ser şerê DAIŞ’ê birêz Barzanî dibêje, „biryara şerkirin li dijiyê DAIŞ biryara me bu, bê ku em guh bidin ka pêwendiyên me ligel Bexdayê çawa ne. Û bila hemu alî dilniya bin, ku em pabendin di şerê li dijî terorîzma navnetwewî de.“


Ev nivîs 210796 car hatiye xwendin.