Mattis û Canikli li ser mijara YPGê civiyan

James Mattis Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê li Brukselê bi Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Nûreddin Canikli re hevdîtinek kir û piştî hevdîtinê daxuyaniyek da dezgehên ragihandinê. Mattisî got:”Her çend Amerîka derheqê endîşeyên ewlehiyê yên Tirkiye fêm bike jî, lê diyar e di gelek mijaran de em û Tirkiyeyê wek hev nafikirin.”

Mattisî wiha got: "Hevdîtinên me yên bi Tirkiyeyê re tim û daîm li ser esasê dirustî û şefaftiyê ye. Armanc ew e ku meseleya Sûriyeyê bi rêya krîterên Neteweyên Yekbûyî were çareserkirin. Divê Amerîka û Tirkiye diyaloga xwe bidomînin. Divê ez bibîr bînim ku rêyên me yên diyalogê ji Tirkiyeyê re vekirîne. Ez difikirim ku me zemîneke hevpar dîtiye, lê bi heman awayî di warê hinek xalan de em û Tirkiyeyê wek hev nafikirin."

Hêjayî gotinê ye Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Nurettin Canikli jî piştî hevdîtina xwe ya bi Mattisî re ragihandibû ku wan ji Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê James Mattisî xwestiye ku piştgiriya didin YPGê bi dawî bikin.


Ev nivîs 210807 car hatiye xwendin.