Mazlum Kobanî: 1.500 leşker li Sûriyê dê bimînin

PeyamaKurd - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) Mazlum Kobanî îro duşemê bang li edamên koalîsyona navneteweyî kir ku nêzî 1,000 heta 1,500 serbazên xwe li Sûrîyê bihêlin ku di şerê DAIŞê de alîkarîya wan bikin.

Kobanî di press konferansekê de bang li Hevpeymaniya Navdewletî kir û got: “Em dixwazin ku piştgirîya êrîşên esmanî berdewam bikin û hêzên li ser erdê hebin ku kordînasyona bi me re pêk bînin.” Mazlum Kobanî herwiha xwest ku Amerîka pêdaçûnê ser biryara vekişîna giştî ya ji Sûrîyê bike ku li paş xwe valahîyekê nehêle.


Ev nivîs 210765 car hatiye xwendin.