Mela Bextiyar: Yek ji serkirdatiya YNKê jî ne li dijî referandûmê bû
Berpirsê Desteya Karîger a Polîtburoya Yekîtiya NiÅŸtimanî ya Kurdistanê (YNK) Mela Bextiyar di gotarekê de ku li rojnameya “Çavdêr” hate belavkirin, tê de bi hûrî behsa pirsgirêkên niha yên rûbirûyî Herêma Kurdistanê û nava YNKê bûne dike û aÅŸkere dike, ji destpêka damezrandina YNKê ve bûye çend cemser û bûye qurbaniya nakokiyên navxweyî.
Mela Bextiyar nivîsiye: “Referandûm mafekî demokrasî ye û ne xiyanetî ye. Referandûm yekem ezmûna demokrasî ye ku li Rojhilata Navîn û Kurdistanê gelekî stem lê hatiye kirin encam daye. Referandûm mafê demokrasî yê netewên blindest û hemû hêzên demokratîk ên cîhanê ye. Gelek dawaza referandûmê bike, ji mafê wî ye. Wek mafekî demokrasî, baweriya me bi referandûm heye û me ÅŸaÅŸî nekiriye.”
Mela Bextiyar nivîsiye, ewê bûye cihê sersamiyê, hemû cemser behsa rêbaza Mam Celal dikin, ku kiryarên wan di rastiyê de berûvajî rêbaza Mam Celal cibicî dikin.
Mela Bextiyar dibêje, kûrkirina pirsgirêkan di nava YNKê de. Plangîrî û biryarên pêÅŸwext ên ne rewa yên li derveyî civînên ne rewa, çi pêwendiya wan bi merkeziyet û rêbaza Mam Celal heye?
Mela Bextiyar tê ser rewÅŸa niha û behsa rewÅŸa niha ya YNKê ji piÅŸtî referandûm û dagîrkirina Kerkûkê û nivîsiye, beÅŸek ji serkirdeyên YNK û aliyên din, her wek ne beyaban dîbe û ne baran, xwe pêÅŸan didin ku ji destpêkê û ta dawiyê referandûm qebûl nekirin. Ev jî berûvajî rastiyan e.
Herwiha dibêje: “Niha dikarim bi bawerî bibêjim, yek ji serkirdatiya YNKê jî nehat dîtin ku li dijî referandûmê bûbe. Îmzeya hemû li cem min e. Heger nayê bawerkirin jî, rêkeftina YNK û Tevgera Goranê bixwînin, bi aÅŸkere behsa referandûm û serxwebûna Kurdistanê kiriye. Heger ev jî kevin bûbe, ewê gûmana wî heye, bila nexÅŸerêya YNKê ya ji PDKê re pêÅŸkêÅŸ kiriye bixwîne, bizanin çawa behsa referandûm û serxwebûnê hatiye kirin û çawa behsa encamdana referandûmê li Kerkûkê û navçeyên cihên nakokiyê jî kiriye. ”
Ev nivîs 210810 car hatiye xwendin.