Melayê mizgeftê destdirêjiya şagirtên qur-anê kir
Derkete holê ku li Diyarbekirê melayeke mizgeftê di dema perwerdehiya qur-anê de dest avêtiye şagirtên keçik û hewl daye ku xerabî bi wan bike.
Melayê mizgeftê yê binavê Y.Ö ku li Diyarbekirê 33 şagirtên wî yên keçik hebûne û wan keçika xwestiye perwerdehiya qur-anê bistînin lê rastî desdirêjiya melayî hatine. Mela ku li ser ixbara keçikeke 12 salî hatiye girtin derket hemberî dadgehê.
Gelek keçikên beşdarî perwerdehiyê bûn derheqê melayî de gilî kirin. Lê gelekên ji wan malbatên wan xwest ku mijarê aşkere nekin. Dozgir ji bo melayê ku xwedî 2 zarokan e 33 sal sizaya hepsê xwest.
Ev nivîs 210808 car hatiye xwendin.