Mesûd Barzanî: Miletê me bi rêbazên aştiyê doza heqê xwe dike
Serok Mesûd Barzanî ku ji bo 65.emîn seramoniya vekirina Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê peyamek weşand got: "Miletê Kurdistanê bi rêbazên aştiyane, doza heqê xwe yê mirovî dike.”
Mesûd Barzanî destnîşan kir ku xwendekarên kurd di dîroka tekoşîna azadiya milletê xwe de xwedî ciheke taybet in û wiha berdewam kir: “Di tekoşîna netewî ya Kurdistanê de xwendekarên kurd bi cezaret û qurbaniyên xwe ku dan, bûne xwedî ciheke taybet. Îro jî kurd bi rêbazên aştiyane tekoşîneke mezin û hesas didin û divê xort û xwendekarên kurd jî bi vê hesasiyetê li meselê binêrin.”
Barzanî destnîşan kir ku miletê me û peşmerge ta niha gelek qurbanî dane, li dijî dîktatoriyê sekinîne, fikra şidet û terorê têk birine bi heman şêweyî heqê rewa ya miletê xwe bi vîneke mezin daxwaz kirine. Divêt evê tekoşîna azadiya Kurdistanê bi destê şagirt û xortên me dewlemendtir bibe.”
Ev nivîs 210809 car hatiye xwendin.