Mesrûr Barzanî beşdarî konferansa Mûnihê dibe
Misteşarê Konseya Ewlehiya Kurdistanê Mesrûr Barzanî dê beşdarî Konferansa Ewlehiyê ya Navnetewî ya li Mûnîhê bibe. Li gorî ku ji misteşariya Ewlehiyê ya Herêma Kurdistanê ve hatiye ragihandin, Barzanî dê sibê ji bo ku beşdarî konferansê bibe derkev e rê.
Konfreansa Mûnîhê ku konferanseke navnetewî ya ewlehiyê ye, îsal dê ji çar aliyên dinyayê derdora 500 kesên navdar û burokrat re mazûvaniyê bike. Hat ragihandin ku 16 serokdewlet, 15 serokwezîr, 47 wezirên karên derve, 30 wezîrê berevaniyê û dora 90 parlamenter dê di vê konferansê de cih bigirin.
Mike Pence Alîgirê Serokê Amerîkayê, Angela Merkel Şansolya Almanyayê, Antonio Guterres Sekreterê Giştî yê NYyê, Donald Tusk Serokê Konseya Ewropayê û Jens Stoltenberg Sekreterê Giştî yê NATOyê jî di nav de gelek bûrokrat dê di konferansa li Mûnîhê bin.
Mijarên serokatiya Donald Trump, mijara veqetandina Brîtanyayê ya Yeyê, bêtifaqiya di nav NATOyê de, mijarên şerên bazirganiya cîhanê, mijara Koreya Bakûr, mijarên ewlehiyas sîberî, Çîn, mijarên nijadperestiya ku li cîhanê berbelav dibe, her wiha arîşeya penaberiyê çend sernavên ji mijarên vê konferansê ne.
Ev nivîs 210798 car hatiye xwendin.