Mesrûr Barzanî temsîla Kurdistanê dike...

PeyamaKurd- 55min Konferansa Ewlekarî ya Mûnîxê wê di rojên 15 ta 17ê Sibatê her li bajarê navborî li Almanya were lidarxistin. Bigor agahiyên ku gehiştine PeyamaKurd, wê 600 mêvan ji seranserê Cîhanê beşdariya Konferansê bikin.

Di nav 600 mêvanan de, ligel mêvanên pispor û şareza sebaret bi babeta ewlekariyê nêzîkê 35 serokdewlet û serokwezîr jî hene. Herweha 80 wezirên derve û wezîrên bergîrî jî dibin mêvanê konferansa Mûnixê li Almanya.

Şayanî base, Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê berêz Mesrûr Barzanî ji di Konferansê de beşdarî dike. Mesrûr Barzanî îro jibo beşadariya Konferansê bi rê ket.

Herweha kesayetên wek; Cîgirê serokê Amerikayê Mike Pence, serokwezîra Almanya xatun Angela Merkel, serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanjahu, serokdewletê Misir Abdel Fattah al-Sisi jî mêvanê Konferansê ne.

Di nav delegasyona Amerikayê de, wezîrê bergîrî bi wekalet Patrick Shanahan, berdevkê Meclîsa Encûmena Amerikayê Nancy Pelosi, keça serokê Amerikayê Ivanka Trump û mêrê wê Jared Kushner jî hene. Ligel hinek nûenerên din ji Meclîsa Encûmena Amerikayê mezintirîn heyet dibe heyeta Amerikayê, ku di Konferansê de beşdarî dikin.

Ji Rusya Sergej Lawrow, jî Çîn Yang Jiechi, ji Brîtanya Gavîn Williamson beşdar dibin. Vekirina Konferansê wê ji aliyê wezîra Bergîrî ya Almanya Ursula von der Leyen û wezîrê Bergîriyê Britanya Gavin Williamson tê kirin.

Biryar bu, ku serokê Fransayê Emmanuel Macron beşdarî Konferansê bibe û ligel Angela Merkel rapora konferansê rabighîne, lê belê berî demek kûrt Macron ragihand, ku ew nikare die Konferansê de beşdarî bike.


Ev nivîs 210758 car hatiye xwendin.