Michael Flynn, di devê topê de ye
Hat ragihandin ku ÅŸêwirmendê Qesra Sipî yê berê bi Tirkiyê re bazar kiriye da Fethullah Gulen bide Tirkiyê. Lê parêzerên wî vê yekê qebûl nekirin û red kirin.
Parêzerê Flynn, Robert Kelner di derbarê ku di medya Amerîka de ji bo Flynn nûçe belav bûbûn û gotibûn; “di nav gendeliyê de ye û xwestiye zilam birevîne” de, tewanbariyê red kir û got ku ev tev derewin û tiÅŸtên kirêtin.
Nûçe di rojnameya bi nav û deng, di Wall Street Journal de derketibû. Li gor rojnamê kurê Flynn bi Tirkiyê re bi 15 mîlyon dolarî bazar kiriye ku Fethullah Gulen teslîmê Tirkiye bike. Ev mijar niha li ber destê dozgerê taybet Robert Muellere ku lekolîna Rûsyayê ya di derbarê hibijartina Amerîka de, destê Rûsyayê tê de heye an na, dimeÅŸîne.
Hem rojname dibêje ku di civîna ewil de serokê CIA yê James Woolsey jî tevli civînê bûye. Woolsey qebûl kir ku bi Tirkiyê û karsazan re li ser babeta Gulen hat axaftin lê kê çi axifiye niha nayê bîra wî.
Flynn ji aliyê serokê Amerîka Trump de dest ji kar hatibû kiÅŸandin û Trump gotibû; “wî li hemberê min bikaranîne.”
Ev nivîs 210854 car hatiye xwendin.