Muhammed Bîn Selman: Hemaney Hîtlerê nû ye
Muhammed Bîn Selman, welîahd Prensê Erebistana Si’ûdî bi rojnama Amerîka New York Times ê re hevpeyvînek çêkir û di hevpeyvîna xwe de, serokê ayînî yê Îranê Hemaney weke “Hîtlerê nû yê Rojhilata Navîn” bi nav kir.
Selman di heman demê de wezîrê bergiriyê yê welatê xwe ye. Selman weha dewam kir: “Serokê Îranê yê ayînî Ayetullah Hemaney, Hîtlerê Rojhilata Navîn yê nû ye. Lê me hîn kir ku li Ewrûpa li hemberê dijmin mirov bireve û tawîzan bide bi kêr nayê. Em naxwazin ew tiÅŸtên ku li Ewrûpayê Hîtler kir, bi Hîtlerê nû yê Îranê re, li Rojhilata Navîn bijîn.”
Ev nivîs 210835 car hatiye xwendin.