Muhammed Elî Caferî li dijî çekberdana Hîzbûllahê derket
Serfermandarê parêzvanên ÅžoriÅŸa Îranê Muhammed Elî Caferî li dijî çekberdana Hîzbûllaha Lubnanê derket. PiÅŸtî serokê Hîzbûllahê Hesen Nasrallah, Muhammed Elî Caferî jî li dijî sîlih berdana Hîzbûllahê derket û di televizyona Îranê ya dewletê de got :
”Ji bo li dijî Îsraîlê derên divê xwe bi sîlih bikin, heta vê mijara çekberdanê dernexin rojevê. Hîzbûllah bi dijminên Lubnanê re, bi Îsraîl re ÅŸer bike mecbûre sîlih bistîne. Hîzbûllah ji bo welatê xwe biparêze dive sîlihên Hîzbûllahê baÅŸtirbin.”
Nasrallah, dema behsa sûcdarkirina Erebistana Si’ûdî bo Hîzbûllahê gotibû “Ma ew dizanin li herêmê û li Lubnanê çi diqewime? Ez bi bîra wan dixim. Ji bo Lubnanê talûka herî mezin Îsraîl e. Em bi sîlihên destê xwe serxwebûna xwe diparêzin. Ma hun me diparêzin an van sîlihên me, an jî balafirên we? Em bi van sîlihan serxwebûna Lubnanê diparêzin. Eger hun dixwazin alîkariya Lubnanê bikin, dest nexin nav karê me yê hundir. Îsraîlê bi ser me de neÅŸînin.”
Ev nivîs 210833 car hatiye xwendin.