Muslim: Ti cudahî di navbera Tirkiye û DAIŞê de tune ye
Hevserokê berê yê PYDê Salih Muslim ji Euronewsê re axivî. Muslim di axaftina xwe ya Euronewsê de ji bo êrîşên dewleta tirk yên li ser Efrînê got ku "Dibe ku ev tolhildana têkçûna DAIŞê be. Ti cudahî di navbera Tirkiyeyê û DAIŞê de tune ye. Ji ber Tirkiyeyê piştgirî da DAIŞê û ew bi pêş xistin. Li Efrînê jî DAIŞiyên ku ji Reqa û Mûsilê reviyane, bi kar tîne."
Muslim li ser helwesta Amerîkayê ya li hemberî êrîşên li ser Efrînê jî got, "Piştgiriya Amerîkayê ya ji bom e berdewam dike. Hevpeymana navdewletî ya li dijî DAIŞê hêj li wir e û bi awayekî etîk li cem Amerîkayê cih digire. Her kut irk pêşde biçin, em ê berxwe bidin û em ê li dijî vê dagirkeriyê bisekinin. Amerîka heta vê gavê piştgiriya me kiriye. Divê li dijî Minbicê ti êrîşek pêk neyê."
Ev nivîs 210806 car hatiye xwendin.