Nêçîrvan Barzanî: Bexda hewl dide Herêma Kurdistanê nehêle..Bexda diyalogê naxwaze

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, Hikûmeta Iraqê hewl dide ku Herêma Kurdistanê nehêle û tune bike. Herwiha tekez kir ku Bexda diyalogê liget Herêma Kurdistanê naxwaze.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piÅŸtî civîna Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê di daxuyaniyeke çapemeniyê de bûyera erdhejê, geÅŸedanên dawîn nirxand.

Nêçîrvan Barzanî da xuyakirin, ku ji ÅŸevê din ve ji bo agahiyên derbarê erdhejê de, li gel Parêzgarê Silêmaniyê û Qaymiqamê Derbendîxan di nava ÅŸêwirê de ne û got: “Li gorî zanyariyan heta niha 7 welatî ÅŸehîd bûne û hejmarek welatî jî birîndar bûne. Em di Encumena Wezîran de biryar da ji bo lêkolînan dê komîsyonekê biÅŸînin cihê erdhejê.”

Nêçîrvan Barzanî da zanîn, ku piÅŸtî erdhejê Ofîsa Serokomarî, Wezareta Derve û Konsulxaneya Hewlêrê peywendî bi hikûmeta Herêma Kurdistanê re kirine demildest hevkarî ÅŸandine.

Nêçîrvan Barzanî got: “Tirkiyê ji duh ÅŸev ve bi rêya deriyê Îbrahîm Xelîl alîkarî ÅŸandiye herêmê. Herwiha bi rêya firokexaneya Silêmaniyê ve hevkarî ÅŸandin. Ez dixwazim spasiya helwesta Serokomariya Tirkiyê bikim. Tirkiyê di rojên teng de alîkariya me dike. Tirkiye cîranê me ye û em her tim dixwazin peywendiyên me bi cîranên me re baÅŸ be.”

Serokwezîr Barzanî behsa projeyasaya bûdceya 2018ê ya Iraqê jî kir û diyar kir, ku wan nêrîn û pêÅŸniyarên xwe yên derbarê vê mijarê de pêÅŸkeÅŸî hikûmeta Bexdayê kirine lê heta niha ti bersivek wernegirtine û wiha axivî: “Ev xiraptirîn reÅŸnivîsa projeyasaya bûdceya Iraqê ye. Ew pênaseyên di nava reÅŸnivîsê de hene bi temamî ji bo xirakirina qewareya siyasî ya Herêma Kurdistanê ne. Di vî aliyê de helwesta me eÅŸkere ye. Destûr pênaseya qewareya siyasî ya Herêma Kurdistanê dike. Em dixwazin li gel Bexdayê bigihin rêkeftinekê. Di vê reÅŸnivîsê de zulm li gelê Kurdistanê kirine. Çimkî ew rêjeya diyar kirine tenê têra meaÅŸê parêzgehekê nake. Me bi sîstema bayometrî hejmara karmend û meaÅŸxuran destnîÅŸan kirye. Eger Bexda bixwaze meaÅŸên Herêma Kurdistanê bide, em amade ne. Lê Bexda dixwaze bi dualî bilîze, ji aliyekê ve ji xelkê Kurdistanê re dibêjin emê meaÅŸên we bidin û ji aliyê din ve jî bûdceyê kêm dikin, bi tewÅŸkirinekê dixwazin qewareya siyasî ya Herêma Kurdistanê têk bidin. Em dixwazin diyalogekî pir cidî bikin eger ew jî amade bin em dikarin danûstandinan bikin.”

Derbarê pirsgirêka dermanan de jî Nêçîrvan Barzanî got: “Mixabin di mijara ÅŸandina bûdce û dermanan de pirsgirêk derketine. NeÅŸandina dermanan pirsgirêkan kûrtir dike. Ji ber ku ji bilî nîÅŸtecihên Herêma Kurdistanê hejmareke zêde ya koçberan jî li Kurdistanê dijîn.”

Nêçîrvan Barzanî tekez kir, ku ew dixwazin pirsgirêkên li gel Bexdayê di çarçoveya Destûra Iraqê de were çareserkirin û dubare kir, ku hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo gotûbêjan amade ye.

Nêçîrvan Barzanî got: "Niha li vir pirs eve ye; em dixwazin li Iraqê îstîqrarekî bi berdewamî hebe yan ev pirsgirêk berdewam bikin. Eger me seqamgirî hebe divê em wê lojikê bihêlin ka kî lawaz û kî bi hêz e. Eger Bexda vê nêrîn3e neguhere dê her pirsgirêk bimîn û dê gelê Kurd jî her bimîne daxwaza mafên xwe bike."

Li ser mijara biryara Dadgeha Federalî ya li ser referandûma serxwebûna BaÅŸûrê Kurdistanê Barzanî da zanîn: “Di rojên pêÅŸ me de dê hikûmet bi awayekî fermî bersiva vê briyarê bdie.”

Derbarê hevdîtinên ligel aliyên siyasî yên Kurdistanê de Nêçîrvan Barzanî destnîÅŸan kir, ku li gel Cîgirê Serokwezîr bername çêkirine da ku li ser mijara rewÅŸa siyasî û hilbijartinên pêÅŸ danûstandinan bikin.


Ev nivîs 210835 car hatiye xwendin.