Nêçîrvan Barzanî bi balyozê YE re hevdîtinekê kir

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di civîna xwe de ligel Balyozê Yekîtiya Ewropa li Iraqê, dibêje, pêwîst e civaka navdewletî alîkarê gelê Kurdistanê be ji bo ku careke din xedir lê neyê kirin û mafê wan neyê xwarin.

Îro 13-11-2017 Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêÅŸwazî li Balyozê Yekîtiya Ewropa li Iraqê Ramon Blîkua û Berpirsa Ofîsa Yekîtiya Ewropa li Hewlêrê Xanim Klarîs Pastorî kir.

Di wê hevdîtina ku Cîgirê Serokwezîrê Kurdistanê Qûbad Talebanî jî amade bû, Ramon Blîkua kêfxweÅŸiya xwe bi serdana Herêma Kurdistanê nîÅŸan da û sersaxî jî ji qurbaniyên erdheja ÅŸevê din a ku li Kurdistanê çêbû, xwest û tekez kir ku ji bo her alîkariyeke pêwîst jî Yekîtiya Ewropa amade ye.

Herdu aliyan tekez kirin ku pêwîst e civaka navdewletî û Yekîtiya Ewropa rola xwe bibînin di amadekirina diyalogeke cidî di navbera Hewlêr û Bexdayê de ji bo çareserkirina pirsgirêkan. Herwiha kêfxweÅŸiya xwe nîÅŸan dan ji bo aramiya hêlên di navbera Hêzên PêÅŸmerge û hêzên Iraqê de, ku ev rewÅŸ jî rê li pêÅŸiya diyalog û gotûbêjan vedike.

Ji aliyê xwe ve, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê spasî helwesta Balayozê Yekîtiya Ewropa li Iraqê kir û dilgiraniya xwe li hemberî reÅŸnivîsa budceya Iraqê nîÅŸan da ji ber ku gelek binpêkirinên mafê xelkê Kurdistanê tê de hene.

Herwiha Nêçîrvan Barzanî da zanîn ku pêwîst e civaka bavdewletî alîkariya xelkê Kurdistanê bike ji bo ku careke din xedir li wan neyê kirin û tekez jî kir ku Hikûmeta Kurdistanê ji bo her alîkarî û hevahengiyekê bi mebesta destpêkirina gotûbêjan di navbera Hewlêr û Bexdayê de û çareserkirina aloziyan, amade ye.


Ev nivîs 210841 car hatiye xwendin.