Nêçîrvan Barzanî bi serokê Fransayê Macron re hevdîtin pêkanî
Serokê Fransayê Emmanuel Macron, serokwezîrê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dawet kiribû bo Fransayê. Li ser daxwaza Macron do Nêçîrvan Barzanî û heyeta pêre derbasî balafirxaneya Åžirnexê bûn û ji wir çûn Îstenbolê. Barzanî tevî heyeta xwe ve îro li Parîsê li Qesra Elysee hevdîtinek pêkanîn.
Di heyeta bi serokwezîr Nêçîrvan Barzanî re cîgirê wî Qubat Talabanî, Dr.Fûad Huseyîn, berdevkê hukumeta Kurdistanê Sefîn Dizeyî û Elî Dolemêrî ku nûnerê hukumeta herêma Kurdistanê li Fransaye hene.
Civîna serokê Fransayê bi serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û heyeta pere dawî lê hat. Di encama civînê de Nêçîrvan Barzanî û serokê Fransayê Emmanuel Macron deketin pêÅŸberê çapemeniyê.
Macron ragihand ku Nêçîrvan Barzanî û heyeta pêre li gel Qubad Talabanî pêÅŸiwaziya wan kir.”Pêwendiyên me bi Kurdistanê re dîrokîne.Her weha têkiliyên me bi Iraqa federal re baÅŸin. Kurd û Bexda li dijî terora DEAÅžê ÅŸereke dijwar kirine û ev ne tenê ji bo Kurdistanê her weha ji bo herêm û seranserê cîhanêye. Kesên ku ji ber ÅŸerê li dijî DEAÅžê ji warên xwe bûne hatine Kurdistanê û Kurdistan wan hewandiye. Em sipasiya wan dikin.”
Macron weha dewam kir: “Em di çarçoveya Iraqeka yekgirtû de piÅŸtgiriyê li Kurdistan û Bexdayê re dikin. Me bi Haydar Ebadî re jî li ser van mijaran di ziyareta wî ya Parîsê de giftûgo kir.Divê di çarçoveya destûra Iraqê de hemû arîÅŸe bên helkirin. Maddeya 140 divê bê cîbicî kirin. Budeçe ya Iraqê divê bi dadwerî di nava herêm û hemû etnîsîteyan de bên parvekirin.Divê rojek zûtir dîyaloga navbera her dû aliyan destpêbike.Em dixwazin hukumeteka federal ya bi hêz hebe da li herêmê seqamgirî bê holê.”
Nêçîrvan Barzanî jî sipasiya serokê Fransayê kir ji bo dawetkirina wî bo Qesra Fransayê û hewldanên wî bo alîkariya herêma Kurdistanê û Iraqê. Barzanî weha dewam kir:
“Me li ser gelek mijaran giftûgoyan kir.Fransa dikare roleka sereke bo arîÅŸeyên navbera me Bexda de bileyîze.Em amade ne di çarçoveya destûra Iraqê de dest bi dayîn û sitendinan bikin.Em li ser 3 an 4 xalan rawestiyan. Em amade ne di çarçoveya qanûna Iraqê de hemû arîÅŸeyên xwe helbikin. Em rêz li biryara dageha federalî ya Iraqê re digrin. Niha pirs eve bê gelo wê seqamgirî li Iraqê hebe an na?”
Ev nivîs 210812 car hatiye xwendin.