Nêçîrvan Barzanî û Heyder Ebadî di pêwendiyek telefonê de...
PeyamaKurd- Peyvdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ragihand, ku serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, bi riya telefonê li ser vekirina Frotgehên Hewlêr û Silêmanî, herweha li ser şandina mûçeyên fermanberan axaftin kirine.
Wek tê zanîn, berî maweyek kûrt serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û serokwezîrê Iraqê Ebadî pêwendiyek telefonî de, gotûbêj li ser vekirina Frotgehên Kurdistanê û şandina mûçeyên fermanberan axaftibûn.
Li ser daxwiyaniya serokwezîrê Iraqê Ebadî, ku gotibu Frotgehên Herêma Kurdistanê bêne vekirin û ewê beşek ji mûçeyên fermanberan bişîne, ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve bi kêfxweşî hatibu pêşewazîkirin.
Lê her çendî, Ebadî roja sêsembê di axaftina xwe ya heftane de ragihandibû, ku berî Newrozê, ewê mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê bişîne, lê ta nuha hîç hewldanek derbareya dema şandina mûçeyên fermanberên de nayê dîtin. Hemwelatiyên Herêma Kurdistanê, ji sozên Ebadî bêhêvî bûne.
Ev nivîs 210791 car hatiye xwendin.