Nameyek tund jibo Kusret Resul...

 

Hêro Ibrahim Ehmed sekreterê giştî yê YNKê Kosret Resûl îkaz kiriye, ku ew berpirsiyariya xwe ya „dîrokî“ bicîh bîne.

PeyamaKurd-Hêro Ibrahim Ehmed, xanima Celal Talabanî nameyek tund ji cîgirê sekreterê giştî yê YNKê Kosret Resûl re rêkiriye û jê daxwaz kiriye, ku ew zutirîn dem kadirên YNK jibo Kongreyê amade bike.

Her weha Hêro Ibrahim Ehmed sekreterê giştî yê YNKê Kosret Resûl îkaz kiriye, ku ew berpirsiyariya xwe ya „dîrokî“ bicîh bîne.

Hêro Ibrahim Ehmed nameya xwe da weha pêde çuye, “Ez wek xwişka te cara dawiyê ji te daxwaz dikim, ku tu tanî roja şemî 25.02.2018 kombûna serokatiya YNK bicivînî û roja kongreyê destnîşan bikî û fermî ji raya giştî re rabighînî. Ez hêvîdarim, ku tu vê berpirsiyariya xwe bicîh bînî, da ku navê te wek têkberê destegûl li destê Mam Celal û YNK nekeve nav dîrokê!”


Ev nivîs 210801 car hatiye xwendin.