Navenda Mafê Mirovan hat girtin
Navenda Mafê Mirovan (Ä°HM) ku di nava Zanko ya Ankara de, di bin sîwana Fakulte ya Siyasalê (SBF) de, ev 40 sale xebata xwe dikir, hat girtin.
Nûçeya girtina navendê ji aliyê mamoste yê zankoyê Kerem Altıparmak ve hat ragihandin. Mamoste di ser hesabê xwe yê Twitterê de agahiyê da raya giÅŸtî.
Navend, di sala 1978an de hatibû danîn. Xebata navendê ya yekem di sala 1979ande çêbû. Pispor ji 8 dewletan hatibûn Ankara û civîneka zanistî ya li ser mafê mirovan lidarxistibûn. Ew dewlet: Iraq, Îran, Romanya, SSCB, Sûriye, Yûgoslavya û Yûnanistan bûn.
Navend, paÅŸî bi alîkariya UNESCO yê, di sala 1980an de, sempozyûmeka bi navê “Pirsgirêkên perwerdeya mafê mirovan û rola rêxistinên navdewletî” çêkiribûn.
Ev nivîs 210824 car hatiye xwendin.